1. helbesteka şairê nemir ê kurd arjen arî ye..
cara pêşîn di kovara nûdemê de di hejmara 34an a ku di havîna 2000an de belav bûye de derketiye..
''Zû bi zû nagire
û nabare her sal
ji çirra şîr spî, delal
berfê girtiye Berîka Mêrdînê
tu bibînî, li Çiyayê Omeriya tê kabê
dibêjin heta adarê ranabe!
xezala'm mekeve rê,
tu bi ser min ve nabî!..
bi lingên hinekirî, min tu divê,
bi porê mifil-mifilî
di bin hevrîşima hebriyê de berbiskên erebî
gerdena te de mircan, bêvilê de xizêm...
xwestiya ji çend salan ve yî bûkê
rahijî buxçikê û tu bêyî!
nenas î, rêbiyan î, nezan î
mijeke kor Mûnzir ji erdê hilanî,
û Dêrsim ketiye bextê hikumeta vî zemanî!..
dîsa dayê..
xezala'm mekeve rê;
darên berû ta digrin,
tu û vê sermayê!..
mîrekê demê çele ye niha
tu rê naçe ser riya hêviyê
çefiyê dipêçim û dikim gilokek xem,
li hêviya adarê ye cehenem
û ez û tu,
û ez û Mûnzir,
ûez ûTûjik...
heft meh in berf e barê me
ku gur xwe li gur dipêçe
û hirç nayê der ji gehê!
dîhnek e,
difîkîne û tê
sirra reşemehê!..
ji êvar de dayê!
xezala'm mekeve rê,
ha riya Dêrsimê ha ya Kerbelayê!
egîd im,
nihîte
û hijdeh salî,
bi min dest pê dikin
çîrokên lehengiya duhezar salî
kirasên berfê tên ku bigrîn,
sê roj e bêzewad,
sê roj e xurîn im
yanî birçî me mîna guriyê sibatê!
bi destên min ve nayê,
bûye qetek ji qeşê
hesinê vê kambaxê,
polayê vê keleşê!
ûberfhêjîtê...
ne min got; sê roj e xurîn im
min nêt e te bibînim:
berê min ketiye Xozatê.''
|